Supaya Pasdaran eşkere çekdaran dişîne Sûriyê

Li gorî raporeke malpera "Diyaruna", Supaya Pasdaran ya Îranê, berdewam e li ser şandina çekdaran ji bo Sûriyê bi mebesta piştevanîkirina Beşar Esed.

K24- Navenda Nûçeyan

Li gorî raporeke malpera "Diyaruna",  Supaya Pasdaran ya Îranê, berdewam e li ser şandina çekdaran ji bo Sûriyê bi mebesta piştevanîkirina Beşar Esed.

Li ser vê mijarê Şiyar Turko, ku lîkolînan li ser piştevaniya diravî û mîtodî ji bo Pasdaran dike, ji malpera navhatî re got: "Ev kar binpêkirineke eşkere ye ji yasayên Netewên Yekgirtî re."

Heman malperê wêneyê hejmarek ji endamanên mîlîşyayên ser bi Pasdaran ve belav kiriye ku bi riya hêlên asmanî Îranî ji bo Şamê tên veguhestin.

Ji aliyê xwe ve gelek rojnameyên navçeyê û yên navdewletî, malper û torên civakî, logoya wê hêla asmanî ku wan çekdaran dibe same belav kirin.

Herweha Şiyar Turko dibêje: "Ew wêne ku hin ji wan di sala2016an de û hin jî di nîvê sala 2017an de hatine girtin, piştrast dikin ku çekdaranên ser bi Lîwaya Fatimyûn ya Afxanî bi hêlên asmanî medenî Îranî ji bo Sûriyê tên veguhestin".

Turko got jî: "Ewê dêkomêntên eşkere pêşkêş bikin li ser kiryarên şeranî yên Îranê, ew dêkomênt nîşan diyar dikin ku Îran firokeyên medenî ji bo veguhestina çekdaranên ser bi Pasdaran ve bikar tine û wan dişîne Sûriyê daku li wî welatî şer bikin."

Çekdarên ser bi Supaya Pasdaran ve bi firokeyên hêla MahanAir tên veguhestin
Çekdarên ser bi Supaya Pasdaran ve bi firokeyên hêla MahanAir tên veguhestin

Navhatî ragihand: "Ev kiryarên Îranê binpêkirineke eşkere ye ji biryarên Encûmena Ewlehiyê re.

Li gorî biryara 1747 ya Encûmena Ewlehiyê dibêje ku "Nabe Îran çek yan maddeyên pêwendîdar peyda bike, bifroşe yan veguhêze, bi awayekî rasterê û nerasterê, bi riya navçeyên di bin destê xwe de yan bi riya welatiyên xwe yan jî bi riya keştên asmanî û firokeyan".

Herweha Turko da xuyakirin ku "Ew kiryarên Îranê biryarên wezareta derve ya Amrîka jî binpê dikin ku sala 2012an derxistibû, ew biryar girêdayî fermanên pabengir 13572 û 13224 bû, ku veguhestina keresteyên serbazî, çek û çekdaran bi riya firokeyên medenî ji bo Sûriyê qedexe dikin.

Heman pisporê karûbarên Îranê zelal kir ku: "Pêşbînî heye Netewên Yekgirtî û Amerîka ji ber van kiryaran sizayên nû li Îranê bibirrin, ji ber ku Îran berdewam yasayan binpê dike û beşdariyê di dirêjkirina şerê Sûriyê de dike û dibe sedema bihêzbûna grûpên terorîst li Sûriyê."

Milîsên Efxanî bi riya firokeyên medenî yên Îranê diçin Sûriyê
Milîsên Efxanî bi riya firokeyên medenî yên Îranê diçin Sûriyê

Şiyar Turko got jî: "Rêdan bi belavbûna wan wêneyan, zelal dike ku Supaya Pasdaran dixwaze himberî civaka navdewletî raweste, ji ber ku Pasdaran karîbû rê li ber belavbûna wan wêneyan bigire yan jî nehiştiba ew wêne bên girtin.