Barzanî: Ji bilî serxwebûnê ti rêyeke din nemaye

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, “Me hemû cûreyên peywendiyê li gel Iraqê, ji lamerkeziyê bigre heta otonomî û heta digihe federaliyê, me hemûyan ceriband û şikest anî, ji bilî serxwebûnê hîç rêyekî din nemaye, em dixwazin du cîranên baş bin û baştirîn peywendiya me hebe.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, “Me hemû cûreyên peywendiyê li gel Iraqê, ji lamerkeziyê bigre heta otonomî û heta digihe federaliyê, me hemûyan ceriband û şikest anî, ji bilî serxwebûnê hîç rêyekî din nemaye, em dixwazin du cîranên baş bin û baştirîn peywendiya me hebe.

Êvariya dûşem 18.09.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selaheddîn pêşwaziya Michael Fallon Wezîrê Berevaniya Brîtanya û şandekî li gel kir ku ji Frank Baker Balyozê Brîtanya li Iraqê û hejmarek dîplomatkar û şêwirmendên serbazî pêkhatibû.

Li hevdîtinê de ku birêz Kosret Resûl Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê amadebû, di destpêkê de Wezîrê Berevaniya Brîtanya xweşhaliya xwe bi hevdîtinê ragihand û peywendiya dîrokiya di navbera Brîtanya û gelê Kurdistanê bilind nirxand û tekez li ser berdewamî û pêşxistina wan peywendiyan kir, her wiha balkişand li ser proseya meşq kirina hêzên Pêşmerge kir û ragihand hevkariyên wan yên serbazî berdewam dibin.

Wezîrê Berevaniya Brîtanya balkişand li ser wê yekê ku ew daxwaz dikin referandûm bê paşxistin û li beranberda proseyeke diyalog li gel Bexda bê destpêkirin û prose jî bi ajanda bê kirin û li bin serpereştiya civaka navdewletî dibe.

Li beranber da Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina şanda mîhvan, spasî Brîtanya û civaka navdewletî kir ku li şerê dijî terorîstan da palpiştê gelê Kurdistanê bûne û tekez jî li berdewamî û pêşxistina wan peywendiyan kir.

Di derbarê daxwaza paşxistina referandûmê Serok Barzanî ji bo şanda mîhvan bi kurtî behsa li ser wan êşên gelê Kurdistanê li Iraqê da li ser hatiye kir û ragihand ku roja 7 ê hezîranê zorîneya aliyên siyasiyên Kurdistanê bi palpiştiya gelê Kurdistanê roja encamdana referandûmê destnîşan kiriye, lê belê biryara referandûmê bi xwe li wê rojê da nehatiye dayîn ji ber ku me bi dirêjahiya salên derbasbûyî çendîncar Bexdayê agahdar kiriye ku eger li ser binpêkirina destûr û nehiştina şeraket û hevsengiyê de, berdewam bin em vedigerîn ser raya gelê xwe.

Serok Barzanî ragihand: Me hemû cûreyên peywendiyê li gel Iraqê, ji lamerkeziyê bigre heta otonomî û heta digihe federaliyê, me hemûyan ceriband û şikest anî, ji bilî serxwebûnê hîç rêyekî din nemawe, em dixwazin dû cîranên baş bîn û baştirîn peywendiya me hebê.

Her wiha ragihand: Referandûm amrazeke ji amrazên gihîştina serxwebûnê, bi heman awayî guftûgo jî amrazeke ji bo gihîştina serxwebûnê, lê belê ew bedîlên heta niha xistine rû, mîsogeriya guftûgoya serxwebûnê û amadehiya Bexda ji bo destpêkirina guftûgoyê li ser serxwebûna Kurdistanê têda nebûye. Ji bo wê yekê daxwaza paşxistina referandûmê tenê bi navê guftûgokirina li gel Bexda bi bêyî wê yekê bê zanîn li ser çiye û çi mîsogeriyeke navdewletî dibe, referandûm nayê paşxistin. Serok Barzanî got: Eger Hikûmeta Iraqê amadehiyê derbibrê ji bo guftûgokirina li ser serxwebûna Kurdistanê di demeke diyarkirî da û zemaneta navdewletî hebê ji bo bi cîhkirina rêkkeftina li ser serxwebûna Kurdistanê, wê demê serkirdayetiya siyasiya Kurdistanê kom dibê û biryara xwe ya dawî dide.

Li dawiya civînê de her dû alî tekez li ser berdewamiya guftûgo û peywendiya di navbera wan kir.