Ebadî û Erdogan referandoma serxwebûna Kurdistanê gotûbêj dikin
.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Turkiyê Recep Tayip Erdogan, bi riya pêwendiyeke telefonî li gel serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê kir û herdu aliyan helwest li ser redkirina referandomê girtin.
Berî niha jî wezareta derve ya Turkiyê, di daxuyaniyekê de, dilxweşiya xwe derbarê redkirina referandoma serxwebûna Kurdistanê, ji aliyê perlemana Iraqê ve, dabû xuyakirin.
Li gorî nûçeyeke ajansa nûçeyên Anadolê, hat ragihandin, ku herdu aliyan diyar kirine, ku rijdbûn li ser encamdana referandomê, wê aloziyan li navçeyê zêde bike û dan xuyakirin ku biryara dadgeha bilind a fîdralî ya Iraqê ji bo rawestandina referandomê, di cihê xwe de bû.
Gotûbêjên serokê Turkiyê û serokwezîrê Iraqê di demekê de ne, ku Herêma Kurdistanê biryar daye, roja 25 vê mehê referandoma serxwebûnê encam bide û li seranserî Herêma Kurdistanê û her welatekî Kurd lê bin, festîvalên piştevaniya serxwebûnê tên lidarxistin û di dawîn daxuyaniyên xwe de, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tekez kir ku referandom nayê paşxistin.