Erdogan: YPG û PYD dijberên xwe derbider dikin

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, di gotara xwe de ku di civîna komela giştî ya Netewên Yekgirtî de pêşkêş kir got: “Kirîza Sûriyê navçe û cîhan bi kûrî birîndar kiriye û civaka navdewletî dev ji miletê Sûriyê berda ye û ew bi tenê hiştiye.”
Erdogan got jî: “Me bi hemû karînên bizava çarekirina kirîza wî welatî kir, û me li gel Rûsya û Îran dest bi danûstandinên Astanayê jî kir ji bo şer li wî welatî nemîne.”
Derbarê Rojavayê Kurdistanê, Serokê Tirkiyê got: “ YPG û PYD li Sûriyê guhertina demografî dikin û dest li ser milkên xelkê datînin û xelkê dikujin û her kesê ne li gel wan be, wî derbider dikin.”
Erdogan ew kiryarên PYD û YPGê bi tawanên li dijî mirovatiyê binav kir.