33 parlemanterên Ewropî piştevaniya referandûmê dikin

33 perlemênterên Yekîtiya Ewropayê , piştevaniya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

33 perlemênterên Yekîtiya Ewropayê , piştevaniya xwe ji bo referandûma serxwebûna Kurdistanê ragihandin.

Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Brûkselê Dilawer Ajgeyî ragihand, di pêşhatineke girîng de, îro li Brûkselê paytexta siyasî ya Ewropayê, 33 palemanterên Yekîtiya Ewropayê, ku hemû endamên (Grûpa Dostaniya Kurdistanê li Parlemantoya Ewropayê) ne, daxuyaniyek belav kirin û tê de piştevaniya xwe ji bo daxwaza gelê Kurdistanê bo mafê çarenivîsî û birêvebirina referandûmê ragihandin.

Ew perlemênterên Yekîtiya Ewropayê amaje bi wê yekê jî kirine, ku gelê Kurd bi dirêjahîya dîrokê li ser destê rêjîmên Iraqê rastî zordarî û stemê hatiye û ji mafê wan e biryarê li çarenvîsa xwe bidin, ku ew yek jî di belgenameya mafên bingehîn yê Netewên Yekgirtî de hatiye çespandin.

Ew 33 perlemênterên Yekîtiya Ewropayê daxwaz ji aliyên cibicîkar yê Yekîtiya Ewropayê dikin ku stratejîyeke nû li hemberî Iraq deyne ku ligel rewşa nû yê wî welatî bigunce û rêzê li xwesteka xelkê Kurdistanê bigre.

Derbarê wê daxuyaniya parlemanterên Yekîtiya Ewropayê de, Dilewer Ajgeyî ragihand, ew daxuyanî di demeke guncaw de hat û piştevaniyeke zelal ya hejmareke berçav a firaksiyonên parlemantoya Ewropayê ye.

Got jî, belavkirina wê daxuyaniyê di demekê de ye, ku îro nûnera bilind a siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropa Federica Mogherini di daxuyaniyekê de amaje bi piştevaniya Yekîtiya Ewropa ji serwerî û yekperçeyîya xaka Iraqê kiribû.

Dilewer Ajgeyî amaje bi jî kir, daxuyaniya parlemanterên Ewropî bersivek e û wê rastiyê nîşan dide, ku di nava Yekîtiya Ewropayê de dengê piştevaniyê ji referandûma serxwebûna Kurdistanê re heye.