Şandina hêzên Tirkiyê ji bo sînorê Sûriyê berdewam e

K24 – Navenda Nûçeyan
Mediya Tirkiyê ragihand, ku artêşa wî welatî, 10 wesayitên zirîpoş şandiye navçeyên Reyhanli û Kirikhanê.
Bajarê Reyhanli û Kirikhan dikevin beramberî bajarokê Harim yê ser bi parêzgeha Idlibê ve û Tirkiye rojane wesayitên serbazî li wê deverê bicih dike.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan duh ragihandibû ku ewê hêzên xwe li Idlibê belav bikin.