Serokê Herêma Katalonyayê pîrozbahiya Serok Barzanî kir

Serokê Herêma Katalonya Carles Puigdemont pêwendiyeke telefonî li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî encam da û pîrozbahiya serketina piroseya referandumê lê kir.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Katalonya Carles Puigdemont pêwendiyeke telefonî li gel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî encam da û pîrozbahiya serketina piroseya referandumê lê kir.

Serokê Herêma Katalonya di tiwîtekê de eşkere kir, ku herdu aliyan hêviya serketinê ji hev re xwestine ji bo bicîkirina armancên herdu welatan.

Herêma Katalonya ku weke Herêma Kurdistanê ye, biryar daye heftiya dahatî referandumê ji bo serxwebûnê ji Ispanya encam bide, ew jî piştî ku Herêma Kurdistanê duh referanduma serxwebûnê encam da.