Pêwendiyên Partiya Erdogan li gel Kurdistanê berdewam dibin

Partiya Dad û Geşepêdanê ya desthelatdar li Tirkiyê ragihand: "Pêwendiyên me li gel Herêma Kurdistanê wê berdewam bin."

K24-Navenda Nûçeyan

Partiya Dad û Geşepêdanê ya desthelatdar li Tirkiyê ragihand: "Pêwendiyên me li gel Herêma Kurdistanê wê berdewam bin."

Roj Sêşemê 26/9/2017 piştî civîna AKP bi serokatiya Recep Tayip Erdogan, peyvdarê wê partiyê Mahir Onal got: "Pêwendiyên me li gel Herêma Kurdistanê wê berdewam bin û çawa berê pêwendiyên me baş bûn, wê her baş bimînin, Pêwendiyên me yên kûr bi gelê Kurd re heye, lê em li encamên referandumê mikur nayên."

Di heman çarçoveyê de, berî niha serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim gotibû: "Em li encamên referandumê mikur nayên, lê em ji gelê xwe re tekez dikin ku ti ceng çênabe."