PYD du hevserokên nû li şûna Salih Muslim û Asya Ebdella hilbijart

Endamekî Partiya Yekîtiya Demukrat PYD ji K24ê re ragihand: “Her yek ji Şahoz Hesen û Hêvî Mistefa ji bo hevserokatiya PYD li şûna Salih Muslim û Asya Ebdella hatin hilbijartin.

K24- Navenda Nûçeyan

Endamekî Partiya Yekîtiya Demukrat PYD ji K24ê re ragihand: “Her yek ji Şahoz Hesen û Hêvî Mistefa ji bo hevserokatiya PYDê li şûna Salih Muslim û Asya Ebdella hatin hilbijartin.

Şahoz Hesen endamê desteya rêvebir bû di tevgera civaka demukrat de, û Hêvî Mistefa hevseroka encûmena bicîkar e li kantona Efrînê.

Duh kongirê heftemîn ê PYDê li bajarokê Rimêlan yê ser bi Dêrikê ve hat lidarxistin, û biryar e îro jî karên berdewam bike, û têde wê encûmena giştî ya PYD were hilbijartin ku ji 45 endaman pêk tê.