Putin û Erdogan li ser pirsa referandumê û kirîza Sûriyê gotûbêjan dikin

K24- Navenda Nûçeyan
Serokê Rûsya Vladimir Putin îro Pêncşemê 28/9/2017 digihêje Enqerê û li gel serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan derbarê giringtirîn pirsên herêmî gotûbêjan dike.
Peyvdarê Kirimlin Dîmîtrî Bîskov ragihand: "Herdu serok derbarê pirsên girêdayî ewlehiya herêmatî û çawaniya serederiya Mosko û Enqerê li gel wan gotûbêjan dikin, bi taybetî doseya Sûryê wê bê behskirin."
Seroktiya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand: "Pêşbînî heye Putin û Erdogan, hejmarek pirsên du alî û herêmatî yên ji herdu aliyan re giring in, bi taybetî pirsên Sûryê û Iraqê gotûbêj bikin."
Berî niha jî wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû gotibû: "Serokê Tirkiyê dixwaze rewşa parêzgeha Idlibê ya Sûriyê li gel Putin behs bike, daku hevrêzî di helwestên wan de hebe, bi taybet cudakirina grûpên terorîst ji yên liberal."
Pêşbînî heye herdu serok dawîn pêşveçûnên rewşa Iraqê piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê behs bikin.