Barzanî ji ENKSê re: Karvedanên Bexdayê eşkere kir ku biryara referandumê rast û rewa bû

Serok Barzanî sipasiya piştevaniya gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê û Encûmena Niştimanî Kurd li Sûryê (ENKS) kir û ragihand: "piştevaniya we ji bo xelkê Kurdistan cihê dilgermiya me bû."

K24- Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, derbarê helwest û karvedanên Bexdayê beramberî mafên rewa yên gelê Kurdistanê got: "Karvedanên wan li ser dengê rewa û aştiyane yê gelê Kurdistan, rastiya helwesta hinava wan derxist ku ew li dijî mafên xelkê Kurdistanê ne û zimanê gefan bikar tînin, karvedanên wan eşkere kir ku çende em ser rastiyê bûn û çende biryara referandumê biryareke rast û rewa bû.”

Serokî Herêma Kurdistanê di dema pêşwazî û civîna xwe de li gel şanda Encûmena Niştimanî Kurdî li Sûryê ew daxuyanî dan.

Her di wê civînê de şanda ENKS bi navê xwe û gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê pîrozbahiya serketina referanduma serxwebûnê li Serok Barzanî kir û bi rojekî dîrokî di dîroka gelê Kurdistanê de binav kir, ku ew roj bûye sedema dilxweşiya Kurdên hemû parçên Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî sipasiya piştevaniya gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê û Encûmena Niştimanî Kurd li Sûryê (ENKS) kir û ragihand: "piştevaniya we ji bo xelkê Kurdistan cihê dilgermiya me bû."