Baroya Diyarbekirê: Heta dawiyê şopdarên doza Elçî ne

K24 – Diyarbekir
Li Diyarbekirê, çalakiya bibîranîna Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, îro jî di hefteya 94’emîn a kuştina wî de li ber Dadgeha Diyarbekirê hat lidarxistin.
Ji bo piştgiriya çalakiya Parêzerên Baroya Diyarbekirê, vê hefteyê Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Diyarbekirê Racî Bîlîcî tevlî daxuyaniyê bû.
Di daxuyaniya vê hefteyê de parêzeran got ku; di dosyeya Tahîr Elçî de pêşveçûnek tune ye û heta bûyera kuştina Elçî neye zelalkirin, ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin.
Parêzerên Baroya Diyarbekirê, ji 28’ê Mijdara 2015’an û bi vir ve di roj û demijêra ku Serokê Berê yê Baroya Diyarbekirê, Tahîr Elçî tê de hatiye kuştin de; bi daxwaza dîtin û darizandina kujerên wî çalakiya heftane li dar dixin.
Daxuyaniya vê hefteyê, ji aliyê Alîkarê Serokê Baroya Diyarbekirê, Sertaç Bûlûttekîn ve hat dayîn. Bûlûttekîn diyar kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên doza Elçî bin.