PYD: Amade ne federalizmê ligel her aliyekî guftûgo bikin

Hevserokê nû yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen ji K24'ê re derbarê daxuyaniya Serokwezîrê Sûriyê Welîd El-Muelim de ragihand, ew amade ne ligel her aliyekî danûstandinan bikin.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Hevserokê nû yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen ji K24'ê re derbarê daxuyaniya Serokwezîrê Sûriyê Welîd El-Muelim de ragihand, ew amade ne ligel her aliyekî danûstandinan bikin.

Şahoz Hesen diyar kir, ev daxuyaniya Serokwezîrê Sûriyê dide xuyakirin ku vekirinek ji bo danûstandinan heye, ew jî ne li dijî diyaloga bi tu alî re ne, ji bo cibicîkirina sîstema federalizma Bakurê Sûriyê.

Hevserokê PYDê da zanîn ku, rêjîma Sûriyê behsa federaliyê nekiriye, loma di çarçova çareseriya federalîzmê de ew amade ne bi hemû aliyan re danûstandinê bikin.

Ev daxuyaniyên Hevserokê PYDê piştî wê yekê tên, berî çend rojan Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd El-Muelim ragihandibû, ew amade ne derbarê mafê autonomy ligel Kurdên Rojavayê Kurdistanê guftgoyê bikin.