Lake: Amerika bala Iraq û Tirkiyê kişand

Ligor Lake Amerîka dive nêzîkahiya hişk û dorpêçan hemberî herêma Kurdistanê nepejirîne û ger rewş aloztir bibe, helwêstek tund hemberî dijberên Kurdistanê bigre.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnamevanê Amerîkî Eli Lake desnîşankir ku, Washingtonê bi rêya balyozxaneyên xwe li Bexda û Enqereyê bala her du welatan kişandiye, ji bo nermkirina rewşê ligel herêma Kurdistanê.

Lake yê ku bi nivîsên xwe yên liser ewleyîyê tê naskirin, di gotara xwe di malpera internetî ya Bloomberg de helwêsta Amerika girêdayî referendûma serxwebûna Kurdistanê nirxand.

Ligor Lake Amerîka dive nêzîkahiya hişk û dorpêçan hemberî herêma Kurdistanê nepejirîne û ger rewş aloztir bibe, helwêstek tund hemberî dijberên Kurdistanê bigre.

Lake destnîşan dike ku, “bi rêya balyozxaneyên xwe Amerika bala Iraq û Tirkiyê kişandiye. Di pêngava duyem de Serok Trump, Wezîrê Derve Tillerson û Wezîrê Bergiriyê James Mattis dikarin zimanek tundtir hemberî her du welatan bikar bînin.”