Prof. Çelikpala: Wêneyê - hevkariya Moskow û Enqere, ne rast e!
K24 – Navenda Nûçeyan
Ligor pîsporê pêwendiyan û şarezayê Rusyayê Prf. Dr. Mitat Çelikpala, wêneyê ku Tirkiye dixwaze nîşanî cîhanê bike, ku pêwendiyên Moskow û Enqere gelek baş in û hevkarên hevûdu ne ne rast e! Ligor Çelikpala pirsgirêk di navbeyna Moskow û Enqere de hene û ev yek di konferansa rojnamevanî ya Erdogan û Putin bi xwe de diyar bû.
Çelikpala diyarkir: “Ya herî girîng babeta mûşekên S400 e. Di konferansa rojnamevanî de ev babet nehate rojevê, ne Putin, ne Erdogan behsa vê yekê nekirin. Herçend ku Erdogan her roj liser S400an dipeyivî û dixwest bide zanîn ku, lihevhatin ligel Rusya liser S400 bidawî bû ye, diyar e ev yek ne rast e! Her du aliyan ne xwestin li pêş medya û rojnamevanan vê babetê biaxifin.
Babetek din a ku Erdogan got: Ligel Putin em xwedî heman bîrûbaweriyê ne, lê derket ku ne rast e. Babeta Kurdistanê ye. Erdogan di Konferansa rojnamevanî de got: Ligel Rusya û dostê min Putin liser nepejirandina referendûma bakurê Iraqê em yekhelwêst in û bi dirêjahî liser referendûma Kurdistanê rawestiya. Lê Putin bi yek gotinê tiştên Erdogan gotî redkir, navê Kurdistanê jî anî: Liser babeta referendûma Kurdistanê, Wezareta me ya Derve daxûyanî da!
Ewqas! Ango di babetên herî girîng ji bo Tirkiye, yekhelwêstek di navbeyna Moskow û Enqere de nî ne.”