Yeni Şafak: Amerîka li hember Tirkiyê hêzê kom dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnameyeke Tirkiyê di nûçeyeke xwe de diyar kir, çawa Amerîka Rojava ji êrişên Tirkiyê parast, wê bi heman awayî Herêma Kurdistanê ji êrişên Tirkiye, Iraq û Îranê biparêze.
Rojnameya “Yeni Şafak” ya Tirkiyê ku nêzî hikûmetê ye, belav kir ku, 3 roj in Amerîka çek, cebilxane û leşkeran li Herêma Kurdistanê bi cih dike.
Rojname di nûçeya xwe de behsa wê yekê dike, Amerîka li hemberî egera êrişeke Tirkiye û Iraqê, dest bi amadekariyan kiriye, li Mexmûr, Zaxo, Zumar, Kerkûk û Keskê hêz, cebilxane û leşker kom kirine.
Herwiha li gor wê rojnameyê, Amerîka li baregehên Herîr û Hewlêrê jî mûşek, helîkopter û firokeyên bê firokevan bi cih kirine.
Rojname xwe dispêre daxuyaniya fermandarekî xanenişbûyî yê Iraqê û wiha dibêje, Amerîka ev 2 sal in li Sûriyê çekan didin YPG û PYDê, li Iraqê jî li ser sînorê Tirkiye û Îranê leşkerên xwe bi cih dike.
Heman fermandarê Iraqî radigihîne, Amerîka giringiyeke zêde dide Kerkûkê, ku ji berî 3 mehan ve 3 hezar û 700 leşkerên Amerîka li Kerkûkê hebûn, niha ev hêjmar gihiştiye 10 hezar leşkerî.