“Heger Kurdistana aram radestî hikûmeta taifî bikin, dê we hemûyan bike DAIŞ û bajarên we wêran bike”

Nivîskarekî Iraqî gotarek bi navê “Bangewaziya Erebekî ji Kurdistana dorpêçkirî re” nivîsiye û dibêje: “Heger Kurdistana aram radestî hikûmeta taifî ya Bexdayê bikin, di salekê de dê we hemûyan bikin DAIŞ û bîr û ramanên selefî di nava we de belav bikin û bajarê we wêran bikin.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Nivîskarekî Iraqî gotarek bi navê “Bangewaziya Erebekî ji Kurdistana dorpêçkirî re” nivîsiye û dibêje: “Heger Kurdistana aram radestî hikûmeta taifî ya Bexdayê bikin, di salekê de dê we hemûyan bikin DAIŞ û bîr û ramanên selefî di nava we de belav bikin û bajarê we wêran bikin.”

Nivîskarê Iraqê Esed El-Besrî gotarek li “middle-east-online” belav kiriye û dipirse “Çawa wan karîn xelkê Mûsilê bikin DAIŞ, tevî ku ew bajarê dîrokî temenê wê bi hezaran sal e, dê we jî bikin DAIŞ. Li Mûsilê Xiristiyanî, Êzidî û Misliman gelek ji mêj ve bi aramî û aştiyane dijîn û mûm bi dirêjahiya dîrokê li mal û kenîseya Mar Meta venemirîn, lê piştî deh salan ji hikmê Şîe, bûn tawanbar û DAIŞ û bira birê xwe kuşt.”

Esed El-Besrî hişyariyê dide Kurd û nivîsiye; “Ji ber wê we hişyar dikim Kurdino, xwe radestî  hikûmeta Iraqê nekin, ji ber ku ewê bajarê û gundên we hilweşîne, jinên we bibe, dilê ayikên we bişewitînin û zarokên we sêwî bihêlin.”

Herwiha dibêje: “Heger kilîta Kurdistanê bidin destê dewleta Şîeyên Iraqê, dê poşman bibin. Li rewşa Mûsilê binêrin û pendiyê jê werbigirin. Şîe fêlbaz in, dibînin ku hûn jî Sune ne. Kurdino berevaniyê li şaristniya xwe û gulên çiyayê xwe bikin, rê nedin êrîşa berberî ya ji her aliyekî ve bi ser we ve tê.”

Ew nivîskarê Iraqî dibêje jî: “Yekrêzî û serkirdatiya xwe biparêzin. Ew dixwazin hûn xwe radestî destê wan bikin, lê xwe radestî wan nekin. Bi serbilindî bimirin, hûn şaristanî ne û hevalên azadiyê ne, heger hûn deriyên bajarê xwe ji maran re vekirin, dê wek bikin DAIŞ û wek tawanbaran bimirin.”