HSD: 300 serbazên artêşa Sûriyê xwe radestî me kirine

Fermanderê di hêzên Sûrya dîmukrat de Omîd Kabar, ragihand ku 300 serbazên artêşa Sûriyê xwe radestî me kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Fermanderê di hêzên Sûrya dîmukrat de Omîd Kabar, ragihand ku 300 serbazên artêşa Sûriyê xwe radestî hêzên wan kirine.

Derbarê daxuyaniyên rêjîma Sûriyê ku têde behsa radestkirina Tebqayê dikin, Omîd Kabar ragihand ku hêzên HSDê ti carî Tebqa û ti deverek din radest nakin, herweha çi devera ku wan bi xwîna xwe kontrol kiriye, ew radestî rêjîmê nakin.