Rûsya sîstemeke nû ji mûşekên S400 li Sûriyê belav kir

Li gorî ajansa Sputnik ya Rûsî, artêşa Rûsiyê li Hemayê sîstemek nû ji mûşekên S400 bicih kir, ew sîstema nû şûna sîstema S200 girt ku berî niha li wê parêzgehê hatibû danîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gorî ajansa Sputnik ya Rûsî, artêşa Rûsiyê li Hemayê sîstemek nû ji mûşekên S400 bicih kir, ew sîstema nû şûna sîstema S200 girt ku berî niha li wê parêzgehê hatibû danîn.

Herweha ajansa navhatî diyar kir, ku ew mûşek li bingeha serbazî ya bajar hatine danîn, ku berî niha jî mûşek ji wê navçeyê, li dijî keştên serbazî li derya Sipî hatine bikar anîn.

Ji bilî vê sîstema mûşekan ya dûravêj, sîstemek din ya mûşekan ji corê Pantsir-S ya kurtavêj heye.