Di nav AK Partî de, paqijî an alozî?

Ligor kulisên siyasî û medyayî yên Tirkiyê, proseyek paqijiyê dinav AK Partî de destpêkiriye, lê ev yek herweha dikare bibe bîngeha aloziyên mezin di nav Partiyê de jî

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî dest jikar kişandina şaredarê bajarê Duzce yê ji AK Parti Mehmet Keleş, di kulisên Enqere de tê gotin ku, Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partî Recep Tayyib Erdogan daxwaza dest jikar kişan a şaredarên Enqere, Bursa, Balikesir, Uşak, Nigde û Newşehir jî kiriye.

Ligor kulisên siyasî û medyayî yên Tirkiyê, proseyek paqijiyê dinav AK Partî de destpêkiriye, lê ev yek herweha dikare bibe bîngeha aloziyên mezin di nav Partiyê de jî.

Taybet dengoya daxwaza dest jikar kişan a şaredarê paytexta Tirkiyê Enqereyê Melih Gokçek di rojevê de babeta yekem e. Rojnamevanan ev pirs ji Serokomar Erdogan kirin, bersîva wî nebû berîvek zelal: “Niha tiştek weha nî ne, lê ev nayê wê wateyê ku nabe!”