Selîm Cibûrî: Parlemanterên Kurd ên beşdarî civîna parlemantoya Iraqê bûne, li dijî perçebûna Iraqê ne

Serokê parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî dibêje, parlemanterên Kurd ên beşdarî rûniştina îro ya parlemantoyê bûne, li dijî perçebûna Iraqê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî dibêje, parlemanterên Kurd ên beşdarî rûniştina îro ya parlemantoyê bûne, li dijî perçebûna Iraqê ne.

Îro hejmarek ji parlemanterên firaksiyona Dewleta Yasa ya Nûrî Malîkî, rê nedan parlemanterên Kurd ên di proseya referandûma serxwebûna Kurdistanê de deng dane, beşdarî rûniştina îro ya parlemantoya Iraqî bibin.

Endamê Perlemantoya Iraqê ji firakisyona PDKê Şaxewan Ebdella gotibû jî: "Hat xwastin, ku her perlemanterekî Kurd ku biçe nav perlemantoya Iraqê, divê sûnd bixwe ku deng ji bo serxwebûna Kurdistanê nedaye, loma her perlemanterekî Kurd îro beşdarî civînê bûbe, sivikî pê hatiye kirin."

Piştî rûniştina parlemantoyê, Selîm Cibûrî Cibûrî got: “Parlemantoya Iraqê li pêş parlemanterên Kurd vekiriye û dadgeha federalî pirsa beşdarîkirina wan di proseya referandûmê de yekalî dike.

Herwiha got: “Bi zelalî dibêjim, derbarê parlemanterên ku bandora wan di proseya referandûmê de hebûne, îro me daxwaz ji dadgeha destûrî ya Iraqê kir, ku bizanin çi rêkarekî yasayî û destûrî bigirin ber, li hember karekî ku li dijî biryarên parlemantoyê hatiye kirin.”

Selîm Cibûrî herwiha got: “Ji bo parastina Iraqê, her hewlekê didin û parlemantoya Iraqê jî bi pabendî biryarên dadgeha federalî dibe.”

Serokê Parlemantoya Iraqê dibêje: “Pirsa referandûma Kurdistanê bûye pirseke herêmî û rê nadin ti aliyekî ku hêzê bikar bîne.”