Erdogan gihişte Taranê

K24 – navenda Nûçeyan
Îro serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan, serdana Komara Islamî ya Îranê kir û biryar e li gel serok û berpirsên pile bilind ên wî welatî bicive.
Serdana Erdogan piştî encamdana referanduma serxwebûna Kurdistanê hat û pêşbînî heye pirsa serxwebûna Kurdistanê û bandora wê li ser pêşeroja navçeyê yek ji tewerên giring yên civînên Erdogan û berpirsên Îranê be.
Hat zanîn ku her yek ji wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglû, wezîrê abûriyê Nîhad Zeybekçî, wezîrê enerciyê û jêderên siruştî Berat Albayrak, wezîrê gumrik û bazirganiyê Bulent Tufenkçî, wezîrê navxwe Suleyman Soylu, wezîrê kultûr û geştiyariyê Nuiman Kurtulmuş û cîgirê serokê giştî yê AKPê Mehdî Akar li gel Erdogan serdana Îranê dikin.