Peyamên sersaxiya Mam Celal ên Partiyên Kurdistanî û HDP
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyama Sersaxî yê ji bo Yekîtîya Niştîmanî Kurdistan û
Ji bo Malbata Mam Celal Talabanî
Silemanî
Rêzdar Mam Celal Talabanî: Sekretera Giştî a Yekîtîya Niştîmanî Kurdistan, Serokkomarê berê a Devletî Iraq a Federal, şoreşger û tekoşêrê heja û Peşmergêye gele Kurdistan rolekî giring li nav tevgerên Kurdistanê hebu, çu sêr dilovanîya xwê.
Bi taybetî di van 20 salên dawi da, ew bi rezdar Mesud Barzanî, Serokê Herême Kurdistan, peşaweyakî deskeftîyên ji bo proseya dewletê serbixwê Kurdistan evro bun. Gelê Kurdistan tu car Mam Celal û hizmeta wî ji bo welat û gele Kurdistan bîrnakê.
Bi navê Partî Demokratî Kurdistan-Bakur û bi navê xwê em bi rêz li pêş ruhê wî bejna xwê ditewînin.
Hevxemîyeke ji dil bi malbata Mam Celal Talabanî, Yekîtîya Niştimanî Kurdistan û gele Kurdistan. Cihê wî bihuşt be. (Diyarbekir, 03.10.2017)
Sertaç Bucak, Serokê PDK-Bakur
_______________________________________
Mam Celal koça dawî kir. Serê gelê me sax be
Gelê Kurdistanê serokêkî xwe yê hêja wenda kir.Sekreterê Gişti yê YNKyê , têkoşer û rêberê doza azadîyê rêzdar Celal Talabanî koça dawî kir.Bi wefata Mam Celal gelekî xemgînim.Serê malbata Mam Celal,yê YNKyê,yê gelê Kurdistanê sax be.
Mustafa Özçelik
Serokê Giştî yê PAKê
_______________________________________
Bi dax û keserekê mezin ve me bihist, ku Pêşmerge û serkirdeyê tekoşer û gernasê gelê Kurdistan Mam Celal Talabanî çûye dilovaniya xwe.
Ez bi navê Partiya xwe serxweşiya xwe pêşkeşê hemu endam û kadr û peşmergeyên Yêkitî Niştimanî Kurdistan, gelê Kurdistana Başur û malbata Mam celal dikim.
Ruhê wî şad, ciyê wî behişt, rêka wî berdewam be.
Mesud Tek
Serokê Giştî yê PSK
_______________________________________
Partiya Demokrasiya Gelan (HDP)
Bi boneya koça dawî ya Celal Talabanî, ku tevayiya jiyanê xwe terxanî doza azadiya gelê Kurd kir û cîhê xwe yê taybet di dîrokê de girt. Rexma Xwedê dixwazin, serxweşiyên pêşkeşî malbata wî û gelê Kurd dikin