Termê Mam Celal rasterast vedigere Silêmaniyê

Berpirsê Rêxistinên YNKê li Berlînê Zahid Xoşnaw ragihand, Termê Mam Celal rasterast vedigere Silêmaniyê û naçe Bexdayê.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Berpirsê Rêxistinên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Berlînê ji K24ê re ragihand, termê Sekreterê Giştî yê YNKê û Serokomarê berê yê Iraqê Mam Celal Talebanî, rasterast vedigere Silêmaniyê û naçe Bexdayê.

Berpirsê Rêxistinên YNKê li Berlînê Zahid Xoşnaw, li Berlînê aşkere kir, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî çendîn caran bi telefonê daxwaz kir ku termê Mam Celal vegere Bexdayê û piştre biçe Silêmaniyê, lê ev daxwaza wî hat redkirin.

Biryar e, termê Mam Celal roja Înê bi firokeyeke taybet rasterast ji Berlînê vegere bajarê Silêmaniyê.