PDK-T: Mîrê siyasetê Mam Celal koça dawî kir

Berdevkê PDK-T Rojhat Amedî bi boneya koça dawiyê yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştmanî ya Kurdistanê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî di daxuyaniyekê de got: “ Mam Celal, di jiyana xwe ya pêşmergeyatî û siyasî de xizmetên mezin ji doza Kurd û Kurdistanê re kir û 50 salên xwe di vê rêyê de feda kir.”

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê PDK-T Rojhat Amedî bi boneya koça dawiyê yê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştmanî ya Kurdistanê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî di daxuyaniyekê de got: “ Mam Celal, di jiyana xwe ya pêşmergeyatî û siyasî de xizmetên mezin ji doza Kurd û Kurdistanê re kir û 50 salên xwe di vê rêyê de feda kir.

Daxuyaniya Berdevkê PDK-T Rojhat Amedî wiha hatiye:

Tekoşer, siyasetmedar û sekreterê Yekîtî Niştimanî Kurdistan Celal Talabanî, di 03.10.2017an de, mixabin di 84 salîya xwe de koça dawî kir, Kurd di nava xemgînîyê de hiştin û ji nav me bar kir.

Celal Talabanî, bi navekî din Mam Celal, di 1933an de hat dinyayê. Di jiyana xwe de bê rawestan 50 salî tekoşîn da û heta berî mirina xwe jî ji xizmeta Kurd û Kurdistanê dûr neket.

Mam Celal, ne tenê di tekoşîna Kurd û Kurdistanê de, lê herweha di siyaseta Iraqê û Rojhilata Navîn de jî xwedî erk û bandor bû, xwedîyê siyasetek xurt û dûrbîn bû. Mam Celal, ne tenê wek serokekî tevgera Kurd, herweha wek serokkomarê Iraqê jî xizmeta doza Kurd û Kurdistanê kir û gellek siyasetmedarên Kurd ji xizmet û siyaseta wî îlham û derfetên mezin bi dest xistin.

Mam Celal Talabanî, wek yek ji mezintirîn siyasetmedarê Rojhilata Navîn dihat naskirin û qebûlkirin. Ew mîrê siyasetê bû û bi siyaseta xwe ya şareza hem destkeftîyên Kurdistanê li hev radigirt, hem têkilîyên navbera tevgerên Kurd û dewletên dagîrker bi aştîyane xweş dikir, hem dostanîya Kurdan û dewletên cîhanê dihûna û hem jî bi şerazabûna xwe wek siyasetmedarekî Kurd li cîhana medenî xwe dabû qebûlkirin.

Mam Celal, di jiyana xwe ya pêşmergeyatî û siyasî de xizmetên mezin ji doza Kurd û Kurdistanê re kir û 50 salên xwe di vê rêyê de feda kir. Mam Celal, bi taybet di destkeftîyên Başûrê Kurdistanê de xwedîyê rol û erkek mezin bû û berhema xebata wî bandora xwe li serketina referandûma serxwebûna Kurdistanê jî kir. Mam Celal ne tenê Kurdistanî bû, ne tenê netewî bû, ew herweha rêheval û tekoşerekî Mele Mistefa Barzanî bû jî. Mam Celal, berî koça dawî serketina referandûma serxwebûnê bi çavên xwe dît û bi guhên xwe bihîst. Êdî di koça xwe de ewê vê mizgînîya xêrê bi dilekî rehet bigihîne Mela Mistefa Barzanî û temamê şehîdên doza Kurd û Kurdistanê.

Koça Mam Celal bêguman em xemgîn kirin, Kurd hemû xemgîn kirin.

Milletê Kurd wê tucarî Mamê xwe ji bîr neke.

Rehma xwedê lê be, cîhê wî bihuşta baqî be.

Bela serê milletê Kurd, serê malbata wî û rêhevalên wî sax be.