HDP: Beşdarî merasîma bixakspartina Mam Celal dibin

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr ragihand, şandeke HDPê beşdarî merasîma bixakspartina Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kudistanê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr ragihand, şandeke HDPê beşdarî merasîma bixakspartina Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kudistanê û Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talebanî dike.

Baydemîr di konferanseke rojnamevanî amaje bi wê yekê jî da, şîna Mam Celal li Diyarbekirê jî tê vekirin.

Berdevkê HDPê got jî, Mam Celal li Rojhilata Navîn sembolek bû û aştîxwaz û şervanekî bû, ji bo azadiyê. Koçkirina wî ziyanek ji me hemûyan re ye.

Biryar e, termê Mam Celal roja Înê bi firokeyeke taybet rasterast ji Berlînê vegere bajarê Silêmaniyê.