Siyasetmedarên Bakur: Mam Celal nirxê gelê Kurd e

Koça dawî ya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Serokomarê Berê yê Iraqê Celal Talabanî, li Bakur jî bû sedema xemgîniyê.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Koça dawî ya Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Serokomarê Berê yê Iraqê Celal Talabanî, li Bakur jî bû sedema xemgîniyê. Serokên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê û Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakur, digel Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP); peyama sersaxiyê ji bo malbata Mam Celal Talabanî û Gelê Kurd ragihandin. Peyama hevbeş a van partiyan jî ew bû ku; Mam Celal Talabanî bi xebatên xwe tevkariyeke mezin ji bo doza Gelê Kurd û tifaqa navbera Kurdan kiriye.

Agahiya koça dawî ya Mam Celal Talabanî ku di nav civaka Kurdan de xwedî cihekî taybet bû, bû sedemê xemgîniya wendakirina kesayetek ji têkoşerên doza Gelê Kurd. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Nîmetûllah Erdogmûş, sersaxî ji bo hemû Gelê Kurd xwest û got ku kesayetên di nav neteweya xwe de xwedî cihekî girîng bin, ramanên xwe ji bo xelkê xwe wekî mîrate dihêlin.

Parlementerê HDP’ê yê Diyarbekirê Nîmetûllah Erdogmûş ji K24ê re wiha axivî:“Dewlet hene, şaristanî hene, netewe hene bi dîroka xwe tên naskirin û ew dîroka wan jî ji miletê wan re dibe wekî deriyeke pêşerojê. Mam Celal jî kesayetekî wisa bû; Înşallah dê wefata wî jî bibe wesîleya yekîtiya Neteweya Kurdan û biratiya gelan.”

Partiyên Kurdistanê yên bakûr jî agahiya dilovaniya Mam Celal Talabanî bi xemgînî pêşwazî kir û bi peyamên xwe yên sersaxiyê xwedî li nirxên wî derketin. Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê Mehmet Emîn Kardaş, ji bo Mam Celal Talabanî dibêje ku wî jî wekî pêşengên Kurd, bi xebatên ku kirine; cihê xwe di nav rûpelên dîroka Gelê Kurd de çêkiriye.

Kardaş got: “Demek hat, Mam Celal bû Serokomarê dewleta ku pê re şer dikir. Ewqas kesekî têgihîştî bû û di konevaniyê de jî di navbera Rojhilata Navîn û Kurdistanê de balansa siyasetê bû. Bawer dikim dê cihê wî gelek li me xuya bike. Hemû Kurd ji bo cenabê wî rêz digirin û xemgîn in.”

Mam Celal Talabanî ku Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bû, bi peywira xwe ya Serokomariya Iraqê; di qonaxa siyaseta Kurd de li raya giştî ya cîhanê jî dengekî berz vedabû. Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Bakûr Sertaç Bucak jî dibêje ku xebatên Mam Celal, ji bo hemû partî û rêxistinên Kurdan wekî mîrate ye û divê ser vê mîrateyê bi xebatan were zêdekirin.

Bucak wiha anî ziman: “Bi taybetî di van 20 salên dawîn de ligel Cenabê Serok Mesûd Barzanî; rehmet li giyanê wî be Mam Celal Talabanî gelek xebatên girîng pêk anîn û ev xebat bûn bingeha xebatên dewleteke serbiwe li Kurdistanê.

Celal Talabanî; bi liv û tevgerên xwe yên dilnizmî û beşera xwe ya vekirî, di nav hemû Kurdan de xwedî cihekî taybet bû û dilsoziya wî bûbû sedem ku di nav qewmê xwe de bibe ferdekî ji hemû malbatan û bi milyonan Kurd jê re bibêjin Mam Celal.