Serokê Parlemantoya Iraqê tê ba Barzanî

K24 – Navenda Nûçeyan

Biryar e, îro Serokê Parlemantoya Iraqê Selîm Cibûrî bi armanca civîna ligel Serokê Herêma Kurdistanê, bigihe Hewlêrê paytexta Herêma Kurdistanê.

Li gor daxuyaniyeke nivîsgeha serokê parlemantoyê, armanca serdana Selîm Cibûrî ew e, dawî pêşveçûnên rewşa Kurdistan, Iraq û navçê guftûgo bike.

Serdana Cibûrî, piştî rojekê ji civîna di navbera Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û her du cîgirên serokomarê Iraqê Eyad Elawî û Osama Nuceyfî tê, ku duh li Silêmaniyê civiyabûn.

Piştî civîna duh, Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihand, amadebûyên civînê li ser van xalan li hev kirin:

1- Destpêkirina diyalog û civînan di navbera aliyên siyasî yên serekî li Iraqê ji bo aramkirina rewşê.

2- Civîn li ser ecindeyên vekirî bên encamdan.

3- Rakirina sizayan li ser Herêma Kurdistan bi awayekî rasterast.

4- Destpêkirina civînan di demeke nêzîk de, li ser bingeha mîkanîzmeke taybet ji bo hevrêziya berdewam.