Selahedîn Behadîn : Helwesta Goranê di civîna îro de erênî bû

Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn ji K24ê re ragihand, helwesta Tevgera Goranê di civîna îro de erênî bû û di qonaxa bê de gotinên baştir dibihîsin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Behadîn ji K24ê re ragihand, helwesta Tevgera Goranê di civîna îro de erênî bû û di qonaxa bê de gotinên baştir dibihîsin.

Selahedîn Behadîn got jî: “Tevgera Goranê hêzeke sereke ye û nabe di vê qonaxê de di perawîza meydana siyasî de û dûr bimîne.

Aşkere kir jî, civîna îro li ser daxwaza Yekgirtû bû û daxwaz ji Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê kiribû ku bicivin, jib o çareserkirina pirsgirêkan.

Îro şandeke PDKê bi serokatiya Cîgirê Serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî û şandeke Yekgirtû bi serokatiya Serokê Yekgirtû Selahedîn Behadîn li Silêmaniyê bi Rêkxerê Giştî yê Tevgera Goranê Omerê Seyîd Elî re hevdîtin kirin.