Biryara Amerîka, Lîreya Tirkiyê erzan kir

Krîza vîze ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de, buhaya Dolar û Euro li hember Lîreya Tirkiyê gihand asta herî bilind.

K24 – Navenda Nûçeyan

Krîza vîze ya di navbera Tirkiye û Amerîkayê de, buhaya Dolar û Euro li hember Lîreya Tirkiyê gihand asta herî bilind.

Helwesta Tirkiyê ya li hember referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê bû sedem ku Dolar li hember Lîreya Tirkiyê di nav demeke kurt de bilind bibe ji 3.40 gihêşt 3.60.

Destpêkirina operasyona Tirkiyê ya li Îdlibê û biryara Amerîka ya rawestandina vîzeyê Lîreya Tirkî bi awayek lezgîn li hember Dolar dadixe.

Dolar îro li hember Lîreya Tirkiyê bilind Bû û gihêşt 3.78 û Euro jî di dîroka xwe de gehîşt asta herî jor û bilind û bû 4.45.