Yekîtiya Ewropa bizavên xwe ji bo navberkariyê di nav Hewlêr û Bexdayê de berdewam dike

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û balyozê nû yê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Bilêkwa, di civînekê de referanduma serxwebûna Kurdistanê û pêşhatên siyasî li Kurdistan û Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û balyozê nû yê Yekîtiya Ewropa li Iraqê Ramon Bilêkwa, di civînekê de referanduma serxwebûna Kurdistanê û pêşhatên siyasî li Kurdistan û Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Li gorî malpera fermî ya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serok Barzanî di wê civînê de tekez kiriye ku: "Kurdistan amade ye ji diyalogê re bi ecindeyên vekirî û bêyî danîna ti mercan."

Ji aliyê xwe ve balyozê nû yê Yekîtiya Ewropa li Iraqê ragihand, ew dixwazin roleke baş ji bizavên navdewletî re hebe ji bo navberkariyê û diyalogê di navbera Hewlêr û Bexdayê de û dixwazin ew kirîza niha heye bi riya diyalogê bê çareserkirin.