Wêneyekî serdema serbaziya Erdogan belav bûye

K24 – Navenda Nûçeyan
Medya Tirkiyê wêneyekî kevn yê serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan belav kiriye dema ku di nav rêzên artêşa Tirkiyê de, xizmeta serbazî dikir û pileya wî efserekî yedek bû.
Ew wêne di sala 1982an de hatiye girtin, wê demê Erdogan li navçeya Tuzla li derdora Stanbolê di nav artêşê de xizmet dikir.
Medya Tirkiyê tekez kir ku ew kesê di wêneyê yekeya 77an de ya serbazên piyade li Stenbolê derketiye, ew bi xwe serokê niha yê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan e, ew wêne jî piştî bidawîhatina rahênanê li dibistana hêzên piyade li Tuzla hatiye girtin.
