Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Hêzên Iraqî amadekariyan ji bo êrîşa li ser Kurdistanê dikin

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di twîtekê de radigihîne, derbarê amadekariyên hêzên Iraqê û yekîneyên Heşda Şeibî û polîsa federalî peyamên metrisiyê digihin me.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di twîtekê de radigihîne, derbarê amadekariyên hêzên Iraqê û yekîneyên Heşda Şeibî û polîsa federalî de, peyamên metrisiyê digihin me.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê li ser hejmara xwe ya tûra civakî “Twitter” nivîsiye: “Peyamên metirsiyê digihin me, derbarê amadekariyên hêzên Iraqî û yekîneyên Heşda Şeibî û polîsa federalî ji bo encamdana êrîşeke mezin ji başûr û rojavayê Kerkûk û bakurê Mûsilê ve li ser Kurdistanê.”