PYDê: Em li gel Îrada gelê Kurdistanê ne û divê her kes rêzê li wê îradê bigire

Şahoz Hesen: "bi şer û gefan kêşe çare nabin û divê riya diyalogê bê vekirin."

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen ji K24ê re ragihand, ku her yek ji Îran, Iraq, Tirkiye û rêjîma Sûriyê jî, ji pêşketinên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê çêdibin dilgiran bûne û di sed sala derbasbûyî de wan welatan xwestine ziyanê li Kurdan bikin û got: “Li her cihekî dema gel bixwaze çarenivîsa xwe diyar bike em pê re ne û her kes divê rêzê li wê îradê bigire.”

Şahoz Hesen tekez kir, bi şer û gefan kêşe çare nabin û divê riya diyalogê bê vekirin.

Derbarê vekirina deriyekî sînorî di navbera Tirkiyê û Iraqê de li aliyê Rojavayê Kurdistanê, Hesen diyar kir ku tiştekî fermî ji bo vê mijarê tine ye, û di warê piraktîkî de jî derfet ji bo vekirina wî derî tine ye.

Li ser pirsa Sûriyê jî navhatî got: “Heger Rûsya û rêjîma Sûriyê dixwazin bi cidî pirsa Kurdî li Sûriyê çare bikin, em ji diyalogê re amade ne, lê civîn tenê ji bo civînan wê ti mifa jê nebe.”

Girêdayî pêwendiyên PYDê û ENKSê hevserokê PYDê da xuyakirin ku ew amade ne bi ENKSê re lihev bikin lê ENKSê ne amade ye, û niha li Rojavayê Kurdistanê sîstemeke deîmukratîk hatiye avakirin û gellek aliyên Kurdî têde beşdar in û ENKSê jî dikare beşdar bibe, nek here li gel Tirkiyê pêwendiyan bike di demekê de, ku Tirkiyê gefan li Rojava û Başûrê Kurdistanê jî dike. Herweha Hesen got jî: “Ne mumkine em vegerin rêketinên berê bi ENKSê re û ji sifir destpê bikin.”