Hêzên Pêşmerge dubare riyên Mûsilê vekirin

Piştî ku şevê din herdu riyên serekî Dihok - Mûsil û Hewlêr - Mûsil hatin girtin. Demkê berî niha ew rê hatin vekirin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Piştî ku şevê din herdu riyên serekî Dihok - Mûsil û Hewlêr - Mûsil hatin girtin. Demkê berî niha ew rê hatin vekirin.

Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand: "biryara girtina wan riyan bi sedema nakokiyên di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de bû, lewra hêzên Pêşmerge riyên serekî di navbera Hewlêr - Mûsil û Dihok - Mûsil bi awayekî demkî girtin û berî demeke kin ew rê hatin vekirin û niha welatî Karin bi asanî çûnûhatinê bikin.

Ew pêngava hêzên Pêşmerge piştî hişyariya Encûmena Asayişa Herêma Kurdistan hat, ku behsa amadekariyên êrîşeke mezin ji aliyê hêzên Iraqî ve kir, ku pilan heye hêzên Iraqî êrîşî Kerkûk û bakurê parêzgeha Neynewa bikin.