Rojnamevanekî din ê Rojavayê Kurdistanê şehîd bû

Rojnamevanekî din ê Rojvayê Kurdistanê ji encama teqîna 12 vê mehê ya li başûrê Hesekê şehîd bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rojnamevanekî din ê Rojvayê Kurdistanê ji encama teqîna 12 vê mehê ya li başûrê Hesekê şehîd bû.

Roja 12 vê mehê li li gundê Ebû Fas ê başûrê Hesekê, çekdarên DAIŞê bi 3 tombîlên bombebarkirî êrîşî koçberên Dêrezorê kirin, di encamê de bêhtir ji 50 koçberî bûn qurbanî.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, rojnamevanê ajansa Hawarê Hoger Mihemed ku roja 12ê vê mehê di teqînê de bi giranî birîndar bûbû, îro canê xwe jidest da.

Di roja heman teqînê de, peymanêra ajansa “Hawarê” Dilîşand Îbiş ku ji Kobanê ye jî şehîd bûbû.