Cevherî: Tê xwestin ku herêma me ji aliyê hêzên tarî ve bê tevlîhevkirin

Cevherî: Ez hêvîdar im ku Tirkiye dê aqlêselîm tevbigere û li gel Herêma Kurdistanê dê di nava pêwendiyan da be

K24 – Navenda Nûçeyan

Tirkiyê di proseya referandûmê de li cem Bexdayê cih girtibû. Her bi rojeva xurt û germ ji Enqerê daxuyaniyên bi heman awayî hatin ragihandin.

Li hemberî van rûdanan him ji partiya desthilat û him jî ji partiyên opozîsyonê Parlamenterên Kurd nerazîbûna xwe nişandan. Parlamenterê partiya desthilatê AK Partiyê yê Rihayê Mehmet Ali Cevherî di daxuyaniya xwe ya bo Kurdistan24ê de diyarkir ku pêwist e li hemberî Hêzên Iraqê û Haşdî Şabî Enqere û Hewlêr yêk deng bin.

Mehmed Elî Cevherî - Parlamenterê AK Partiyê yê Rihayê, destnîşan kir:

"Niha tê xwestin ku herêma me ji aliyê hêzên tarî ve bê tevlîhevkirin. Dixwazin Tirkiyê jî kaşbikin nava vê aloziyê de, armanca sereke Tirkiye ye. Ez hêvîdar im ku Tirkiye dê aqlêselîm tevbigere û li gel Herêma Kurdistanê dê di nava pêwendiyan da be ku ew hêzên tarî li herêmê bihêz nebin û gengeşî gur nebe."