Daxuyaniyek ji Wezareta Pêşmerge ve
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigihîne, li gor rêkeftina di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê û bi çavdêriya hevpeymanan, Pêşmerge li wan cihan dimîne, ku berî destpêkirina operasyona kontrolkirjna Mûsilê hebûye.
Wezareta Pêşmerge tekez dike jî, her du alî pabend bin bi wê rêkeftinê û di van rojan de hêlên temasê tê rêkxistin.
Deqa ragihandina Wezareta Pêşmerge:
Li gor rêkeftina operasyona azadkirina Mûsilê, ku di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal a Iraqê û bi çavdêriya hevpeymanan hat îmzekirin, biyar bû hêlên temasê di navbera hêza Pêşmerge û artêşa Iraqê bi wê awayî dimîne, ku roja berî destpêkirina operasyon azadkirina Mûsilê di 17.10.2016an bicih bûye.
Niha her du alî pabendî wê rêkeftinê dibin û di van rojan de hêlên temasê li gor wê rêkeftinê tê rêkxistin.
Berdevkê Wezareta Pêşmerge
17.10.2017an