Ereban li Kerkûkê bi helbestan pêşewazî li Ala Talabanî kirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Yek ji wan kesan ku, Kerkûkê radestî Heşda Şabî bi piştgiriya Îranê û artêşa Bexdayê kirin, Parlementera YNK Ala Talabanî ji alî Erebên Kerkûkê ve bi helbestan hate pêşwazîkirin.
Ala Talabanî ku piştgirek xûrt a Komara Islamî û Bexdayê tê nasîn ji vê helwêsta Ereban gelek dilgeş bû û ew Erebê helbest bo gotî hemêz û maç kir.
Di helbestê de yê Ereb, pesnê Iraqbûn a Ala Talabanî da.