Erdogan Ewrûpayê bi du rû binav dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan, hember bilindkirina wêneyê rêberê PKK Ebdula Ocalan li  Reqayê,  helwesteke tund nîşan da û got, ew êdî ji welatên Ewropa û Amerîka bawer nakin ku di têkoşîna dijî terorê de li ba wan in û divê êdî ji wan jî tiştek neyê daxwazkirin.

Serokomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan diyarkir:

"... Lê wek li Sûriyê, rêxistinên terorê YPG û PYD dikşînin ba xwe û bi wan êriş li rêxistineke din ya terorê dikin. Weha nabe. Binêrin li Reqayê wêneyê rêberê rêxistinê bilind kirin e. Niha Amerîka ji bo vê dê çi bêje? Li Fransayê wêneyê rêberê rêxistinê li avahiya televîzyona dewletê daleqandin. Polîs jî temaşeyê wan dike. Di rûniştinên dualî de dibêjin, em li ba we ne. Em bawer nakin, hun ne li ba me ne. Eger hun li ba me bin, bi polîsên xwe wan naparêzin. Li Almanyayê di bin ewlekariya polîsan de xwepêşandin dikin, her cure diruşm davêjin. Du rû ne. Ez banga hatina rastiyê li wan dikim. Ji vir û pê ve bila ji me tiştek nexwazin. Bila bizanin bersiv  û baca her tiştê heye."