"Nêzîkbûna Siûdiye û Iraq xeyaleke Amerîkî ye"

Hoşyar Zêbarî: "Nêzîkbûna Iraq û Siûdiye, wehmeke Amerîkî ye."

K24 - Navenda Nûçeyan

Endama Encûmena bilind a siyasî ya Kurdistan Hoşyar Zêbarî nivîsiye: "Nêzîkbûna Iraq û Siûdiye, wehmeke Amerîkî ye."

Zêbarî ku çendîn sal wezîrê derve û yê diravî yê Iraq bû, li ser akawnta xwe ya Tiwîterê nivîsiye: "Nêzîkirina di navbera Iraq û Siûdiyê de xeyaleke Amerîkî ye daku xwe bide qayilkirin ku ew dikare serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî, ji bin hejmûna Îranê derxîne".

Nivîsa Zêbarî hevdem e li gel serdana Ebadî ji bo Siûdiye û pêkanîna encûmeneke hevrêziyê di navbera Bexda û Riyadê de, ku Amerîka serpereşiiya wê dike û ji bo wê mebestê wezîrê derve yê Amerîka Rex Tillerson gihişte Siûdiyê.

Îran û Siûdiye du dijmin û rikaberên tund yên cîhana Islamî ne û her yek ji wan xwediya ecînda û berjewendiyên taybet û cuda ye û di ware mezhebî de jî nakokî di navbera wan de hene û tiştek wan bi hevre kom nake.

Iraq jî bi temamî ketiye bin hejmûna Îran û çaverê ye di hilbijartinên bê de, namzedekî nêzîktir ji Îranê re bibe serokwezîrê Iraqê.