PSK: Her Kurd dive piştevanê vê proseya dîrokî be
K24 – Navenda Nûçeyan
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê li ser bûyer û geşedanên Kurdistanê li Enqerê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de êrîşa Hêzên Iraqê û Haşdî Şabî bi tûndî hate şermezar kirin û herwiha hate diyar kirin ku ew, pêşwaziyeke germ li banga Serokê Herêma Kurdistanê dikin.
Mesut Tek- Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê di vê derbarê de got:
"Em jî wekî Kak Mesud daxwaz ji Kurdên diaspora dikin ku bi aştiyane derkevin kolanan, piştgiriya referandûmê û piştgiriya serokatiya herêma Kurdistanê bikin û denge xwe dijî êrîşa Haşdi Şabi û supayê Iraqê bilind bikin."
Herwisa Partiya Sosyalîst a Kurdistanê daxwaz ji dam û dezgehên medenî jî kirin ku ji bo geşedanên Kurdistanê bêdeng neminin û dan zanîn ku ew dê li Ewropayê jî çalakiyan pêkbînin.
Alaaddîn Aras- Cîgirê Serokê PSKê diyarkir:
"Her çi heval û dezgeh û dostên me yên li Ewropa hene em ê peyama xwe ji wan re bişînin ku li ber balyozxaneyên Emrîka Iraq û Iranê biçin xwepêşandanan pêkbinîn, bipeyivin, Ala Kurdistanê li deste we be. Yanî çi ji me bê em ê bikin ji bo Kurdistanê"
Partiya Sosyalîst a Kurdistanê proseya piştî referandûmê wekî"Proseyeke Dîrokî" binav kir û amaje bi wê yeke kir ku pêwîst e her Kurdek bi piştevaniya Kurdistanê beşdarî ev proseya dîrokî bibe.