Serdozgeriya Giştî gilî liser 11 berpirsên Iraq û Heşda Şabî tomar kir

Di nav lîsteyê de navên, Parlamentera Şîe Henan Fetlawî, Berpirsê Giştî yê Esaîbê Ehlê Heq Qeys Xezelî û Parlamenterê Tirkmen Niyazî Mîmaroglu jî hene.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê li Dadgeha Hewlêrê hemberî 11 berpirsên Iraqî û serkirdeyên Heşda Şeibî gilî tomar kir. Ev yek piştî wê yekê tê ku, Bexdayê bi fermî derbarê hinek berpirs û serkirdeyên kurdan biryara destgîrkirinê derxist,

Di nava lîsteyê de navên, Parlamentera şîe Henan Fetlawî, Berpirsê Giştî yê Esaîbê Ehlê Heq Qeys Xezelî û Parlamenterê Tirkmen Niyazî Mîmaroglu jî hene.

Ji ber daxuyaniyên tund û êrîşbar, sivîkatîkirina li hember gelê Kurd û Pêşmergeyan, Serdozgeriya Giştî ya Herêma Kurdistanê ji 11 van berpirsên Iraqî û Heşda Şeibî re daxwaza heta 7 salan zîndanîkirinê kir.

Cewad Fetah Axa, Serdozgerê Giştî diyarkir: Van kesan li dijî ewlekariya welat daxûyanî dan e û sivikatî bi Pêşmerge û hikûmeta herêma Kurdistanê kirin e.