Tirkiye armanca xwe bi eşkereyî got: Efrîn!

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê Partiya Maf û geşepêdanê (AK Partî) Recep Tayyib Erdogan di axaftina xwe lipêş grupa parlementoyî ya AK Partî de pêngava duyem a armanca Operasyona Idlibê binav kir: Armanca me Efrîn e!
Erdogan got: Operasyona Idlibê ber bi dawî ve diçe. Niha dora Efrînê ye, ji bo ewleyiya dewleta me em di vê yekê de bi biryar in.
Herweha Erdogan carek din rexneyên giran li hemberî Amerikayê anîn ziman.