22 berpirsên din ên AK Partî tên guhertin

Çalik destnîşankir, guherînên dinav AK Partî de berdewam in û piştî dest jikar kişandina çendîn şaredarên girîng, niha guherîn bi Serokên bajaran dê dom bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cîgira Serokê AK Partî Oznur Çalik di hevpeyvîna xwe ligel kanala telewizyonî ya A haber de, daxûyaniyên girîng girêdayî rewşa AK Partiyê dan. Çalik destnîşankir, guherînên dinav AK Partî de berdewam in û piştî dest jikar kişandina çendîn şaredarên girîng, niha guherîn bi Serokên bajaran dê dom bikin.

Çalik got: Piştî ku Serokomarê me, erkê Serokatiya Partiyê girt, pêvajoya nûbûnê di AK Partî de hêz stand. Dest jikar berdan ne dawî ne, berdewam in. 22 Serokên bajaran ên AK Partî jî dê bên nûkirin. Lê navên wan bajaran nedan.