7 Hezar çekdarên DAIŞê li ser sînorên Iraq û Sûryê kom bûne

Artêşa Iraqê hêzên xwe li nêzîkî Qaim û Rawe li ser sînorên Sûriyê kom dike

K24 - Navenda Nûçeyan

Supasalarê Firensa François Lecointre ragihand: "Hejmarek mezin ji çekdarên DAIŞê li ser sînorên Iraq û Sûryê kom bûne û biryar e di van nêzîkan de oprasyoneke serbazî li dijî wan bê destpêkirin."

Ji aliyê xwe vê artêşa Iraqê hêzên xwe li nêzîkî Qaim û Rawe li ser sînorên Sûriyê kom dike, ku wek dawîn pêgeha DAIŞê li wê deverê tê naskirin.

Herweha çekdarên DAIŞê li wê navçeyê beşek ji axa Sûriyê jî xistiye bin destê xwe de, lê ji ber ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk bi piştevaniya Hevpeymana navdewletî û hêzên hikûmeta Sûriyê bi piştevaniya Rûsya û milîsên Şî'e yên ser bi Îranê ve, li dijî wan çekdaran şer dikin, rûbereke berfireh ji axa Sûriyê ji DAIŞê hat paqijkirin.