Bi Tuhmeta PKKê 12 kes li Riyayê hatin binçavkirin

Li navçeya Wêranşara Rihayê, bi tometa ku li ser torên civakî bangeşeya PKK û KCK kirine, 12 kes hatin binçavkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Wêranşara Rihayê, bi tometa ku li ser torên civakî bangeşeya PKK û KCK kirine, 12 kes hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Rihayê de, hember kesên ku tê îdîakirin, di parvekirinên xwe yên torên civakî de pesnê PKK û KCK kirine û hember kesayetiyên dewletê bêrêzî kirine, operasyon hat kirin.

Bi fermana dozgeriyê, hêzên ewlekariya dewletê, li gundên girêdayî navçeyê êriş birin ser 12 navnîşanan û di encamê de 12 kes binçav kirin.

Hat ragehandin, lêpirsîna kesên hatine binçavkirin di Fermandariya Cendermeyan de bidawî bûye û arasteyê dadgehê hatine kirin.