Amerîka dixwaze Iraq ji hejmûna Îranê rizgar bike

Serokê firakisyona Partî di Perlemana Iraqê de: Amerîka ji Ebadî re gotiye divê Heşda Şeibî bê hilweşandin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Hemû bizavên Amerîka li Iraqê ji bo wê yekê ne ku Iraq ji bin hejmûna Îranê derxîne.

Ji bo vê mebestê Amerîka guvaşê li Ebadî dike bêtir xwe nêzîkî welatên erebî bike, lê beşek ji berpirsên sunnî dibînin ku Ebadî bi tena xwe nikare vê yekê bicî bike heger Amerîka rasterast ne li ser xetê be.

Serokê firakisyona Partî di Perlemana Iraqê de diyar kir, ku Amerîka ji Ebadî re gotiye divê Heşda Şeibî bê hilweşandin.