AA: Rêjîma Esed PYD ji bo paşvekişîn û xweseriyê razî nekir

Rêjîma Sûriyê rêveberiyeke xweser ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re pêşniyar kir, lê PYD qebûl nekir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêjîma Sûriyê rêveberiyeke xweser ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) re pêşniyar kir, lê PYD qebûl nekir.

Ajansa “AA” belav kiriye, Serokê Nivîsgeha Asayişa Netewî ya Sûriyê Lîwa Elî Memlok li Qamişlo ligel PYDê civiyaye û pêşniyar kiriye ku ew ji navçeyên Erebnişîn vekişin, li hemberê jî Şamê li desthilatên wan ên li navçeyên Kurdî mukir bê û wek rêveberiyeke xweser danûstandinê pê re bike.

Li gor zanyariyên wê ajansê, PYDê ew pêşniyara rêjîma Sûriyê red kiriye û ti encam ji wê civîna bi Lîwa Elî Memlok re derneketine.

Berî demekê Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muelim ragihandibû, ew amade ne bi Kurdan re li ser mafê etonomî gotûbêj bikin.

Hevserokê PYDê Şahoz Hesen jî ji K24ê re ragihandibû, ew jî ne li dijî diyaloga bi tu alî re ne, ji bo cibicîkirina sîstema federalizma Bakurê Sûriyê. Lê rêjîma Sûriyê behsa federaliyê nekiriye