Ingilistanê diyarkir, amade ye navbeynkariya Hewlêr û Bexdayê bike

Johnson di heman axaftinê de, diyarkiriye ku Serokwezîrê hukimeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji daxwaza danûstandin û diyalogê re amade ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê derve yê Ingilistanê Boris Johnson di axaftina xwe ya telefonî ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, amadeyiya welatê xwe ji bo çareserkirina pirsgîrekan  di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de anî ziman.

Johnson di heman axaftinê de, diyarkiriye ku Serokwezîrê hukimeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji daxwaza danûstandin û diyalogê re amade ye.

Duhî jî Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi Ebadî re axaftinek telefonî encam da bû û xwestibû ku Bexda mafên Kurdan nasbike.